ESA: Wê li Ewropayê pileya germahiyê zêde bibe

Li gorî ESA’yê ku ajanseke fezayê ye, li Başûrê Ewropayê hewa her ku diçe germtir dibe dibe ku germahiyek heta niha nehatiye dîtin çêbibe Pileya germahiyê li Başûrê Ewropayê dibe ku bigiheje 48 pileyan.

ESA’yê ragihand ku dawiya vê hefteyê li Başûrê Ewropayê wê hewa pir germ bibe û germahî bi ser 40 pileyan bikeve.

Îtalya bi rojane ku gelek germe. Roja Çarşemê li Sardînya û Apûlîayê germahî bi ser 40 pileyan ket. Wezareta Tenduristiyê ji bo çend bajaran alarma sor ya bilindtirîn ragihand.

Tê payîn ku dawiya vê hefteyê Li herêmên Bakurê Kurdistanê cihê ku erdhej lê çêbû, germahî digihe heya 40 pileyan. Ev germahî ji bo kesên di konan de dimînin cihê metirsiyê ye.

Bijîşkan Pêşiniyar kirin ku mirov di nava rojê dernekeve derve û têr avê vexwe.

Li gor komeke lêkolînê ku di kovara bi navê “Nature Medicine” de ragihandiye, par havînê li Ewropayê zêdeyê 60 hezar kesan ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest daye.

Li Ewropa pila germahiyê 40 derbas kir

Back to top button