Li Cenevreyê li dijî tecrîde meş hat lidarxistin

Bi daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ber Serkomîseriya Mafên Mirovan a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meş hat lidarxistin.

Kurdistaniyên bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê li Place de la Navîgatîonê hatin ba hev.

Li qada Palaîs Wîlsonê ku avahiya Serokomîseriyê lê ye, daxuyaniya KNK’ê ya li ser tecrîdê ya bi Fransî hat xwendin.

Hevserokê CDK ya Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî li vir axivî, bi bîr xist ku Rêber Apo 28 meh in bi awayekê nehiqûqî û nemirovî bi êşkenceya tecrîdê tê ragirtin.

Çelebî, bang li Komîteya Girtina Ber Li Êşkenceyê (CPT) û Ofîsa Mafên Mirovan a NY’yê (OHCR) û saziyên eleqedar kir ku bi erka xwe rabibin.

Li Wanê tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin

Back to top button