“Hewlêr ji ber hevkariya digel Tirkiyê nikare lihevkirinan bi Bexdayê re bike”

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah diyar kir ku ji ber desthilata Başûrê Kurdistanê di çarçoveya dewleta Tirk de siyasetê dike, nikare li gel aliyê Iraqî ti lihevkirinê bike. Mihemed Ebdullah got, “Li Iraqê pêwîstî bi hevre jiyana gelan heye û ew jî bi dûrxistina destên derve dikare pêkwere.”

11’ê Sibatê şandeyeke Tevgera Azadî bi pêşengiya serokatiya hevserokê giştî yê Tevgerê Mihemed Ebdullah li ser daxwaziya aliyan li Bexdayê li gel serokwezîrê Iraqî yê berê, serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî û serokê Tevgera Hikme Umer Hekîm civiyabûn.

Der barê naveroka hevdîtinan de, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah ji Roj News’ê re axivî.

Mihemed Ebdullah di çarçoveya budceya 2021’ê de diyar kir ku siyaseteke desthilata Başûrê Kurdistanê ya dualî heye û got:

Başûr li aliyekî dixwaze di çarçoveya Iraqê de siyasetê bike, li aliyekî din jî plan û berjewendiyên Tirkiyê pêk tîne.

Ji bo wê, mijara petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûye pirsgirêkeke sereke.

Eger herêm neftê radestî Iraqê neke, ya dawî jî budceya Başûr naşîne.

Hewlêr ji ber girêdana ligel Tirkiyê, dê nikaribe bi Bexdayê re li hev bike.

Mihemed Ebdullah da zanîn ku aliyên Iraqî dibêjin ti cudahî di navbera gelê Başûr û Iraqê de nîne, lê ji ber ku hikûmeta herêmê petrolê serbixwe difiroşe, alozî kûrtir kiriye ku bûye çavkaniya nearamiya welatiyan û tenê Tirkiye ji vê siyasetê sûdê digire.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li ser êrîşên dewleta Tirk û peymana PDK-Bexdayê ya li dijî Şengalê jî got:

“Hêzên Iraqî bi taybetî Şîe ji êrîş û destwerdanên Tirkiyê bi fikar in û li dijî peymana kirêt û gefên li ser Şengalê ne. Dixwazin sînorek ji destwerdan û êrîşên Tirkyê re bê danîn.”

Ev demeke partiyên Başûrê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtinan dikin lê heta niha ti encamek bi dest neketiye.

Back to top button