“Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye”

Jinên Minbicê destnîşan kirin ku wan bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan hebûna xwe di nav civakê de îsbat kirin.

Jina bi navê Asye Hisên a ji bajarê Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk ji projeya demokratîk a Rêber Apo ditirse û got:

“Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Rêber Abdullah Ocalan di projeya xwe ya neteweya demokratîk de azadiya jinê wekî bingehê civakê dinirxîne.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir jî got:

Rêbertî her tim banga azadiya jinan dike ,Rêbertî rê li ber me vekir ku em rola xwe di avakirina civakê de bilîzin.”

Fatme El Ubêd jî eşkere kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e.

Cewahir Hesen jî bi lêv kir ku jin bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan gihîştin asta bilind a edaletê.

“Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê têbikoşin”

Back to top button