Komîteya Sotemeniyê ya Dêrazorê mazotê belav dike

Komîteya sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê belavkirina mazotê li welatiyan didomîne.

Li gorî Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Reşa El Heza:

“Ji bo mazota sobeyan 180 hezar kart hatin çapkirin, lê heta niha li 115 hezar kartan hatiye belavkirin.”

Reşa eşkere kir ku ji her malbatekê re 300 lître mazot bi 325 lîreyê Sûriyeyê veqetandiye û got:

“Ji Tebaxê ve Komîteyên Sotemeniyê dest bi belavkirina mazota malbatan bi riya kertan kiriye.

Kart ji hêla komîteyên li bajar, bajarok û navçeyan bi hevkariya komînan hatine derxistin.

Malbatên heta niha xwe li nivîsgeha serjimariyê qeyd nekirine, dê mazota wan bi rêya komîteyên taybet were belavkirin.”

Êrişên dewleta Tirk bandor li parên malbatan a mazotê kir û belavkirina wê taloq kir.

Ji ber ku balafiran binesazî û stasyonên petrolê bombebaran kirin.

Li Helebê ji ber dorpêç û êrîşan mazot kêm hatiye belavkirin

Back to top button