Peymana koçberiyê ya di navbera Îtalya û Albanyayê de

Îtalya û Albanyayê hefteya borî li ser mijara koçberiyê li hev kirin û peymanek îmze kirin.
Li gorî peymanê wê li Albanyayê du kampên penaberiyê were ava kirin.
Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ylva Johansson got: “Peymana qebûlkirina penaberan a di navbera Îtalya û Albanyayê de li derveyî qanûnên Yekîtiya Ewropayê ye.”

Îtalya û Albanyayê hefteya borî li ser mijara koçberiyê peymanek îmze kirin.

Li gorî peymanê wê li Albanyayê du kampên penaberiyê were ava kirin.

Bi wê re penaberên ku hewil didin derbasî Îtalyayê bibin wê li wir werin bicih kirin.

Johansson: Peymana koçberiyê derveyî qanûnên ye dimîne

Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji karûbarên navxweyî berpirsyar Ylva Johansson got:

“Peymana qebûlkirina penaberan a di navbera Îtalya û Albanyayê de li derveyî qanûnên Yekîtiya Ewropayê ye.”

Johansson diyar kir ku çênaber peymana ku hiqûqa Yekîtiya Ewropayê binpê dike were qebûl kirin.

Li gorî protokola ku hefteya borî ji aliyê Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni û hevtayê wî Arnavut Edi Rama ve hat îmzekirin, Îtalya wê salane 36 hezar serlêdanên penaberiyê bişîne welatê Balkanan.

Dê li Albanyayê du navend ji bo koçberan werin çêkirin.

Koçberên ku li wir werin bicihkirin, heta daxwaza wan ya penaberiyê neyê qebûl kirin wê destûr neyê dayîn ku ji avahiyê derkevin.

Ji bilî vê yekê jinên ducanî, zarok û kesên rewşa wan ya tenduristiyê cuda jî wê ji van navendan bên derxistin.

Protokola ku qala wê tê kirinê wê bihara 2024’an têkeve meriyetê.

Johansson têkîldarî vê li hevkirinê got: “Qanûna Yekîtiya Ewropî li derveyî axa Yekîtiya Ewropî nayê sepandin.

Divê penaber li gorî qanûnên heyî werin kontrol kirin û heke ne gengaz be, divê ew werin girtin. ”

Heger ev peyman were pêkanînê, tê wê wateyê ku dewletek endamê Yekîtiya Ewropî wê hin berpirsiyariyên xwe yên penaberiyê bide welatek sêyemîn.

Back to top button