Li sînorê Îran-Tirkiyê revandin û êşkencekirina Efxanan

Koçberên Efxan yên ji deshilata Talîban direvin, di ser Îranê re dixwazin xwe bigihînin Tirkiyê.
Pişt re jî Ewropa. Lê ya diyar ev yek ne bi qasî gotinê hêsan e.

Piştî ku Amerîka ji Efxanistanê derket û welat di Tebaxa 2021ê de ji aliyê Talîbanê ve hate kontrolkirin bi sed hezaran Efxanî ji welatê xwe reviyan.

Efxaniyên ku ji ber Talîbanê direvin hewl didin ji sînorê Îran derbasî Tirkiyê bibin.

Koçberiyê ji Efxanîstan di ser Îranê re xwe gihandina Tirkiye û piştre jî derbasbûna Ewropa ye.

Ev jî weke rêgehek wan ya sereke ye ku bi dehan sal e tê bikaranîn.

Lê koçberiya Efxanan wisa ne hêsane.

Gelek caran koçber ji aliyê komên çete ve tên revandin û êşkencekirin.

Komên çete vîdyoyên koçberên ku dîl digrin ji malbatên wan re dişînin û ji bo berdana wan fîdyeyê dixwazin.

Her dawî jî vidyoya çend Efxanên din li ser medya civakî hate parvekirin ku ji aliyê çeteyan ve hatine girtin.

Koçberên Efxan ên ku li dora serê çiyayekî bi zincîran girêdayî ne, daxwaza berdanê dikin.

Zilamê Efxan ê ku di nava xwîn û tozê de maye dibêje:

“Duh ez hatim revandin, ji bo her yekî ji me 4 hezar dolar dixwazin.

Bi şev û roj li me dixin.”

Ev nîşan dide ku çeteyên li Îranê bi piranî koçberên Efxan ên hewl didin xwe bigihînin Ewropayê direvînin.

Tevî hemû zehmetiyan jî koçberiya li Efxanîstanê dewame.

Tevî ku Tirkiyê di sala 2017’an de ji bo rê li ber derbasbûna koçberan bigire dest bi lêkirina dîwar kiribû jî lê koçberî dewam e.

Back to top button