Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê MXDŞ, şehîdên Koço bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê yek bi yek hesab ji berpirsyarên fermanê bipirsin.
MXDŞ di daxuyaniya xwe de ev pirs kir: “Yên ku Şengal firotin çima heta niha nehatiye darizandin û cezakirin? ”
Meclîsê bal kişand ser destwerdana hêzên derve li Şengalê û destnîşan kir, ku tişta dixwestin bi destê DAÎŞ’ê bikin, niha dixwazin bi xwe li Êzidxanê bikin.
Meclîsê teqez kir ku ew ê xwîna şehîdan li erdê nehêlin û yek bi yek hesab ji kesên bûne sedema komkujiyê bipirsin.
Duh cenazeyên 104 welatiyên Êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê de hatibûn şehîd xistin bi merasîmekê li Şengalê hatin veşartin.