Di wextekî şerê li nava Xezayê dijwar dibe de, tundiyên li Şerîaya Rojava rewş ê metirsîdar dike.
Waşîngton ji ber êrîşên niştecihên cihû yên li herêmê ku li dijî Filistîniyan pêk tîne, Îsraîl hişyar kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li ser jimara zêde ya kuştina sivîlan jî li xwe mikur hat û got: Em hewil didin pêşî li vê yekê bigrin, lê heta niha biser neketine.
Operasyonên artêşa Îsraîlê yên li dijî Hemasê yên li Şerîda Xezayê dewam dikin, zêdebûna tundiyê li Şerîeya Rojava fikaran çêdike.
Li gor daneyên Rêvebiriya Xweser a Filistînê, ji 7ê Cotmehê ku Hemasa êrişî niştecihên cihû yên li Şerîaya Rojava kirin û heta niha bêtirî 380 filistînî li herêma navborî hatine kuştin.
Aktivîstên rêxistinên mafê mirovan jî dibêjin, ev daneya herî zêde ya nava 15 salan de hatî tomarkirin e.
Rêveberiya Xweser a Fîlîstînê ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, di danûstandinên aştiyê de weke muxatab tê dîti.
Ev rêveberî li Şerîeya Rojava ya li ser kare.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bang li Îsraîlê kir ku ji bo kêmkirina aloziya li Şerîeya Rojava gavên “lezgîn” bavêje.
Blinken ligel Benny Gantz ku yek ji serokên berê yê kabîneya şer a Îsraîlê bû peywendiyek telefonî pêk anî.
Blinken, daxwaz kir ku “demildest dawî li tundûtûjiyên tundrew ên zêde yên niştecihên cihû li dijî Filistîniyan pêk tîne were”.
Netanyahu li ser kuştina sivîlan li xwe mikur hat
Sokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu li rêjeya metirsîdar ya filistîniyên hatine kuştin mikur hat.
Netanyahu di hevpeyvîna xwe ya li gel televsiona CBS de got:
Em hewil didin kuştinên sivîlan kêm bikin.
Lê heta niha em di vî warî de biser neketine.
Li kampa Cenînê oparasyon
Hat ragihandin ku Îsraîlê şeva borî li kampa penaberan a Cenînê ya li Şerîeya Rojava operasyonek din li dar xist.
Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li hember êrîşa ji aliyê milîtanan ve bi teqemeniyan hat kirin de operasyona esmanî hat lidarxistin.
Di encamê de herî kêm 5 kes hatin kuştin.



