Rêveberiya Xweser alîkariyê dişîne Bakurê Sûriyê

Ji bo qurbaniyên erdhejê yên bakurê Sûriyeyê Rêvberî piştgiriyê dide.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Alîkarî ber bi Deriyê Um Celûd ve rêkirin.
Lê dewleta Tirk rê nade ku ev alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagirkiîr derbas bibe.

Gelek bajarên Sûriyê jî di encama erdhejê de zirar dîtin û bi hezaran kes di bin kavilan de mane.

Bi dewamkirina xebatatên lêgerîn û rizgarkirinê re jî, hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qurbanên erdhejê yên herêmên Sûriyê yên zirar dîtin alîkarî amade kir.

Li ser banga şaneya krîza erdhejê ya Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Giştî ya sotemeniyê jî 100 tankerên mazotê amade kirine.

Lê ji duh ve alîkarî li deriyê Um Cilûd ê bakur rojavayê Minbicê rawestiyan de û rê nayê dayîn ku derbas bibe.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkîr bi hezaran kes di bin kavilan de hişten û li aliyê din jî rê li gihandina alîkariyê digre.

Back to top button