Polîsan Tir’a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir

Ji bo mexdûrên erdhejê gelên bakurê Kurdistanê li ser piyane. Li Botan, Colemêrg û navçeyên wê û Êlihê Tirên alîkariyê ji mexdûran re hatin şandin. Alîkariya ku HDP’a Mêrdînê ji bo Meletiyê şandî li ketina navçeya Wêranşarê ya Meletiyê ji aliyê polîsan ve hate desteser kirin.

Ji bo mexdûrên erdhejê gel û saziyên HDP’ê ji bo alîkariyê bê navber di seferberiyê dene.

HDP’a Mêrdînê ji ber erdhejê ji Wêranşara Meletiyê re TIR’a alîkariyê şand, lê li ketina navçeyê alîkarî ji aliyên polîsan ve hat rawestandin û destserkirin.

Alîkariya ku ji Botanê hat şandin gihişt Dîlokê

Ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê yên Dîlokê, di serî de Şirnex û navçeyên wê, ji gelek bajaran alîkarî hat şandin.

Alavên pêdiviyan ên li TIR’an hatine barkirin, radestî Maseya Krîzê ya HDP’ê hatin kirin.

Alîkariya ji Êlih, Sêrt û Şirnexê hatin şandin, li mexdûrên erdhejê yê li navenda Dîlokê, Nûrdagi û Islehiyeyê tên belavkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad bi TIR’ên alîkariyê berê xwe dan van herêman.

Nûran, da zanîn ku bajarên ku ji erdhejê bandor nebûyîn ji bo mexdûrên erdhejê seferberî ragihandine.

Ji Colemêrgê 18 tir alîkarî hatin şandinbakur-dawi

Li Colemêrgê jî di çarçoveya kampanyaya HDP’ê û rêxistinên civaka sivîl de alîkariyên li Gever, Şemzînan û Çelê hatin komkirin, ber bi herêmên erdhejê ve hatin şandin.

Ji navenda bajêr 5 TIR û 2 wesayîtên veguhastinê, ji Geverê 12 TIR, ji Şemzînanê TIR’ek û ji Çelê jî yek Tir alîkarî ber bi herêma erdhejê ve bi rê ketin.

Li Êlihê tir’ên alîkariyê hatin rê kirin

HDP’a Êlihê û gelek rêxistinên civaka sivîl, ji bo Dîlok, Semsûr û Meletiyê 7 TIR û 2 kamyon alîkarî şandin.

Her wiha zêdetirî 50 xebatkarên tenduristiyê, karkerên înşeatê jî ber bi qadên erdhejê ve hatin şandin.

Ji dayikên Botanê jî kampanyaya ‘ji her malê teştek nan’

Li Botanê jî ji navenda Şirnexê heta bi gundan ve şêniyên herêmê ji bo alikariyê seferber bûne.

Dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê bi navê “Ji her malê teştek nan” kampanya dan destpêkirin.

Li taxên Barbaros, Kizir û Cudiyê yên girêdayî navçeya Silopiyayê dayikan dest bi çêkirina nan kir.

Back to top button