Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa eşkere kir ku wan heta niha 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên li bajarê Dîlokê û navçeya Cindirêsê jiyana xwe ji dest dane, wergirtine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku wan 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê bi rêya deriyê Ewn Dadat ê di navbera bajarên Minbic û Cerabulsê de wergirtine.
Qurbaniyên ku cenazeyên wan hatine wergirtin, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jiyana xwe ji dest dabûn.
Mistefa destnîşan kir ku qurbaniyên cenazeyên wan hatine wergirtin ji bajarên Minbic, Kobanê, Reqa û Dêrazorê ne.
Tê payîn ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.