Wezareta Parastinê ya Rûsî: Gefên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûrî rewşê aloztir dike

Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku gefên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûrî rewşê zehmetir û aloztir dike.
Her wiha Rûsiyayê îdia kir ku ji bo ewlehiya sînor û şêniyan, ewê hêzeke nû bişênin Bakurê Sûrî.

Wezîrê Derve yê dewleta Tirk Mevlüt Çavuşoğlu doh careke din di civîna komisyona budçeyê de axivî û bersiva rexneyên muxalefetê dan.

Çavuşoğlu got:

Emerîka û Rûsiya li gorî peymana heyî tev negeriyane.

Eger ku herêma bakurê Sûrî neyê paqijkirin wê

Eger ev herêm neyê paqijkirin emê êrîşa xwe despê bikin.

Berdevkê Wezîrê parastinê yê Rûsiyayê Îgor Konaşenkov têkildarî van îdiayan ji ajansa sputnîkê re axivî.

Îgor Konaşenkov diyar kir ku ew li pêşberî van gotinên Çavuşoglu şaşmayî mane û got:

Rûsiye berpirsyariya xwe ya durxistina YPG’ê ji sînor temamî bi cih aniye.

Gefên dewleta Tirk yên ji bo bakurê Sûrî dibe ku bibe sedema rewşa herêmê zehmetir û aloztir bibe.

Her wiha Berdevkê Wezîrê parastinê yê Rûsiyayê îdia kir ku ew ê ji bo aramiya li ser sînorê Bakurê Sûrî û ewlekariya gel hêzeke nû bişênin herêmê.

Leave a Reply

Back to top button