Salvegera 3. a komkujiya Qereçoxê bi dirûtiya civaka navneteweyî êrîş heya îro didom in

Qereçox êrîşa yekemîne ku zemîn ji Tirkiyê re vekir, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî Dagir bike.

Belê, 3 sala di ser êrîşa çiyayê Qerecoxê re derbas dibe ku hîna jî bi dirûtiya cîhanê êrîşên dewleta Tirk nehatiye rawesatandin.

Ev dîmenê ku cara yekê dirûtiya Cîhanê eşkere dike.

Berî niha bi sê salan bi 26 balafirên Dewleta Tirk hat bobebarankirin..

Navendên fermandariya Giştî yên YPG -YPJ, navenda ragihandina YPG û radyoya Rojava bû armanca wan êrîşan..

Hemwextî ku şerê li dijî DAIŞ’ê li Reqayê di lutkeyê de ye, ev êrîş pêk hat..

Şervanên YPG, YPJ û QSD’ê şerekî dîrokî li dijî DAIŞ’ê dikirin..

Lê belê diyar bû ku Koalîsyona Navdewletî ya hevkara şerê li dijî DAIŞ’ê ye û asîman di bin serweriya wê de bû, çav ji Dewleta Tirk re girtin..

Serokê AKP’ê Erdogan digot “agahiyên Rûsya û Amerîkayê ji vê êrîşê heye”.

Helbet ew êrîş a yekemîn bi awayekî rastesrat pêk hat û derbasî qada hewayî ya Sûriyê bû..

Di encamê de 38 şervan û endamên ragihandinê şehîd û birîndar bûn.

Proje yek bû û domiya..

Çiyayên Şengal, gundên Kisra û Amûdê jî topbaran kirin..

Rojavayê Kurdistanê ji binî ve rabû ser piyan..

Weke pêlên avê herikîn û bi ser Çiyayê Qereçoxê rapelikîn..

Dayîkan gotin “eger hûn bêdeng in, waye zarokên me we diparêzin, bila vegerin û me biparêzin”

Ew plana Dewleta Tirk ranewestiya û sûdeke mezin ji bêndegiya welatên gernator girt..

2017 Qereçox, 2018 Efrîn û 2020 jî Serê Kanî û Girê Spî..

Armanca wê çaxê û ya îro yek e, tinekirina Kurdan û projeya wan a serhildêr e.

Back to top button