Artêşa Tirk gundewarên navçeya Şerayê ya Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirk û komên xwe yên çete cardin gundewarê navçeya Şerayê topbaran kir.

Duh bi şev Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Elqemiyê û Merenazê yên navçeya Şerayê ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Tobaran bêserûber heta demeke dirêj domiya.

Derbarê encamê topbaranê de heta niha ti agahî nehatiye parvekirin.

Artêşa dagirker 10’ê Hezîranê de jî gundê Mie’lek, Kampa Eyn Îsa û derdora bajêr topbaran kir.

Back to top button