Duh li bajarê Qamişlo bi deh-hezaran welatiyên ji hemû bajarên herêma Cizîrê li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê mîtîngeke bi heybet lidarxistin û li ber êrîşan û xiyaneta PDK’ê rabûn. Welatiyên ku tevli meşê bûn helwesta PDK’ê şermezar kirin û bang lê kirin ku hêzên xwe ji qadên gerîla vekişîne û xizmeta dijminê Kurdan neke.