Atîna: Ji Tirkiyê 138 koçberên Sûrî derbasî Yewnan bûne

Rayedarên Yewnanîstanê ragihandin ku 138 Sûriyeyî bi awayekî neqanûnî ji Tirkiyê di ser Çemê Merîçê re derbasî Yewnanîstanê bûne.
Atînayê îdia dike ku Tirkiyê li hemberî van derbasgehan ti tedbîr negirtine.

Hêzên Ewlekariya Sînor û tîmên rizgarkirinê yên Yewnanîstanê ragihandin ku di nava wan de gelek zarok 138 kes di ser Çemê Merîçê (Evros) re ji Tirkiyê derbasî welêt bûne.

Radyoya dewletê ya Yewnanîstanê jî ragihand ku koma koçber ji aliyê polîsan ve li giraveke li aliyê Yewnanîstanê hatiye dîtin û birin herêmeke ewle.

Berdevkê Asayîşa Sînor ji radyoya Real FM re axivî û diyar kir ku koçberan diyar kirine ku ew Sûriyeyî ne.

Berdevk daxuyakirin ku di nava komê de 53 zarok û ciwanên di bin 18 saliyê de hene.

Her wiha îdia kir ku rayedarên Tirk ji bo pêşî li derbasbûna van kesan ya bi awayekî derqanûnî bigirin, ti tişt nekiriye.

Li xeta merîçê 80 kîlometre têl

Hikûmeta Yewnanîstanê ji bo rê li ber koçberên qaçax bigre, sînorê têl lê daniye dirêj dike.

Sînorê 35 kîlometre têlkirî digihîne 80 kîlometreyî.

Li gorî daneyên fermî yên ku rayedarên Yewnanîstanê parve kirine, Parêzvanên Sînor ên Yewnanîstanê par rê li derbasbûna neqanûnî ya 256 hezar kesî ji Çemê Merîçê re girt.

Ji aliyê din ve hikûmeta Yewnanîstanê îdia dike ku ew sînorên xwe û YEyê li hember koçberiya neqanûnî diparêze.

Her wiha dibêje ku binpêkirinên muhtemel ên mafên mirovan ji hêla rayedaran ve têne lêkolîn kirin.

Back to top button