Dagirkeran li navçeya Bilbilê 350 darên zeytûnê birîn

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sempola aştiyê zêd dibin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Efrînê zêdehiya 500 darên zeytûnê birîn.
Li navçeya Şêrewa jî dagirkeran piştî talakirina berhema hinaran, 2 hezar dar birîn.

Li Efrîna dagirkirî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên hovane li dijî darên zeytûnê pêk tînin.

Çeteyan li gundê Qizlbaşa yê navçeya Bilbilê bi armanca bazarganiya êzingan 350 darên Zeytûnê Birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî diyar kir ku çeteyan 200 darên zeytûnê yên malbata Elî Henan Xelîl û 150 dar yên malbata Enwer Bîlel Xelîl birîn.

Rêxistinê da zanîn ku her du malbat ji destpêka dagirkirinê ji Efrînê koçber bûne.

Dagirkaeran li navçeyên Mabata, Cindirêsê û şera 170 dar birîn

Li gundê Qucîma yê navçeya Cindirêsê, çeteyan 40 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Ehmed Elî birîn.

Malpera Afrinpost jî ragihand ku çeteyan li navçeya Şera 50 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Henan Reşîd yê ji gundê Metîna birîn.

Li navçeya Mabata jî Çeteyan 80 darên zeytûnê yên şêniyên bi navê Remzî Reşîd yê ji gundê Hebu birîn.

Dagirkaeran li navçeyên Şêrewa 2 hezar darên henarê birîn

Her wiha Malpera Êzdîne destnîşan kir ku çeteyan 2 hezar darên henarê yên şêniyê bi navê Ebdo Necar ê ji gundê Kurzîlê yê Şêrewa birîn.

Ebdo Necar ji dsetpê dagirkerina Efrînê ji warê xwe kocber bû, çeteyan mal û milkên wî destser kirin.

Malperê da zanîn ku ji bo bazarganiya êzigan; çeteyan piştî ku mewsima henaran talan kirin, ew dar birîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî, ji destpêka dagirkirina Efrînê, çeteyan derdora 500 hezar darên zeytûnê şewitandine û birîn e.

Back to top button