Li kampa Holê, hewldanên kuştinê û derxstina tevliheviyê dewam dikin û herî dawî 3 penaberên Iraqî birînadar bûn..
Li kamp Holê, duh bi şev 4 kesên ku cilên jinan li xwe kiribûn, êrîşî konekî penaberên Iraqî kir.
Van kesan bi demançeyê êrîşî kirin û di encamê de, 3 penaber birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneyê Hesekê hatin rakirin.
Hêzên Asayîşê yên li kampê jî, dest bi lêpirsîn û lêkolîn kirin.
Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên ne û zêdetirî 67 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de dimînin.