Li navçeya Raco ya Efrînê 4 kurd hatin revandin

Dewleta Tirk a bajarê Kurdan Efrîn dagir kirîye tevî çeteyên xwe di mijara binpêkirina mafan û sûcên şer de sînoran nasnake. Herî dawî li gundê Bedîna yê navçeya Raco, 4 Kurd hatin ravandin.

Weke her carê jî di berdêla berdana wan de çete doza pereyan li malbatên wan dikin. Li aliyê din talankirina malên Efrîniyan jî didome.

Ji roja hatî dagirkirin, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer û dijî mirovî yên li Efrînê dike kêm nabin..

Bi taybet jî destdirêjî, revandin û talankirin..

Herî dawî çavkaniyên herêmî ji nava Efrînê ragihandin ku koma çete a xwe weke “Polîsên Leşkerî” binav dike, li gundê Bedînayê yê girêdayî Reco 4 kes revandin..

Li gorî wan çavkaniyan kesên hatine revandin ev in:

Şakir Hesen Cafer ê 28 salî,

Luqman Reşîd Bekir, 44 salî,

Mihemed Zekeriye Mihemed Caro, 25 salî

Û Mihemed Menan Îbiş ê 45 salî.

Hat gotin, koma çete beramberê berdana kesên revandin, pereyan ji malbatên wan dixwazin.

5’ê Îlonê jî çeteyên dewleta Tirk ji gudnê Kurt-Qulakê ê girêdayî Şerayê 30 kes revandibûn..

Di nava wan de gelek jin jî hebûn..

Paşê hat gotin beşek ji wan hatine berdan û ên mayî jî aqûbeta wan ne diyar e.

Çeteyan 8 xaniyên Efrîniyan firotin

Ji bilî revandinê, çeteyên Tirk destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê jî dewam dikin..

Li gorî Malpera Efrîn Postê,

Li taxa Eşrefiyê çeteyê binavê Mihemed Mûsa El-Heyanî beriya niha bidarê zorê dest danîbû ser avahiya Ebdul Rehman a 7 xaniyan pêk tê.

Eşkere bû ku El Heyanî her 7 xanî firotine.

Li taxa Mehmûdiyê jî çeteyên ”Ehrar EL-Şerqiyê” xaniyê Ehmed Xelîl yê ji gundê Dimêla firotine kesekî ji Idlibê.

Back to top button