Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hîn jî bandorek mezin a erdhejê heye. Li gundên navçeya Islahiyeyê ku ji ber erdhejê rêyên wan hatine girtin, bi metirsiya lehî û hezazê re rû bi rû ne. Her wiha kavilên avahiyan ên Meletiyê jî li navenda bajar têne komkirin.

Tevî ku 40 roj li ser erdheja li Bakûrê kurdistanê û Tirkiyê re derbas dibe, hêjî gel bi gelek pirsgirêkan re rûbi rû dimînin.

Rêyên gundên girêdayî navçeya Islahiye ya Dîlokê, ji ber hezazê ku piştî erdhejê çêbû hêjî girtî ne.

Bi girtina rêyan mexdûriyeta welatiyan zêde bûye û bi xwe re metirsiya lehiyê jî dide der.

Şênî ji ber nevekirina rêyan bi hêrsin.

Welatiyên navçeyê diyar dikin ku jiyan ber bi qedandinê ve diçe û dibêjin: “Zêdetirî 45 roj di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî rê nehatine vekirin.

Ji şaredariyê hatin, ji cihên peywirdar hatin, me daxwaz kir ku rêyên me bên vekirin, lê venekirin.

Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin

Yek ji bajarên di erdhejên Mereşê de herî zêde ziyan gihiştiyê jî Meletî ye.

Xebatên rakirina kavilan ên li bajar didomin.

Li gorî daneyên Walîtiyên Meletiyê, li seranserî bajar 44 hezar û 170 avahiyên hilweşiyayî hene.

Lê belê di van 49 rojan de tenê kavilên hezar û 5 avahiyan hatine rakirin, ev yek jî rê li ber karesateke hawirdorê vedike.

Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye

Li aliyê din gelek mexdûrên erdhejê ji ber pirsgirêkên ne-paqijiyê nexweş dikevin.

Bi taybetî jî kesên bi temen, astengdar û kesên nexweş, diyar dikin ku di konan de pirsgirêka ne-paqijiyê heye.

Lewma ji wan re konteyner pêwîstin, Lê dewlet Tirk guh nade daxwazên wan.

Yek ji mexdûrên erdhejê ku 7 caran ji lingên xwe emeliyat bûye dibêje:

“Kon ji bo tenduristiya min nebaşe û gava baran dibare kon di bin avê de dimîne.

Ji bo konteynerê me serî li qeymeqamtî û şaredariyê daye, lê kes bi me re eleqedar nebû.

Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn

Li aliyê din îro danê sibehê, li Îskenderûna Hatayê agir bi konê mexdûrên erdhejê ket.

Tê gotin di şewatê de 3 xuşk û bira birîndar bûn û rewşa wan girane.

Back to top button