Rêveberiya Xweser ya Şengalê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê yê Cîhanî daxuyaniyek da û got: “Li Kobanê tekoşîna hevgirtî ya şoreşgerî, berxwedana gelan û felsefeya jin, jiyan, azadî li dijî zilmê bi serket. Şengalê jî bi rihê berxwedêrên Kobanê hate rizgarkirin.”
Rêveberiya Xweser ya Şengalê di destpêka daxuyaniyê de roja cîhanê ya Kobanê pîroz kir û got:
” Kobanê di sedsala 21’emîn de bi berxwedaniya xwe kete dîroka mirovahiyê.
Çawa li Kobanê jinên xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo, bi îradeyeke ji polayê li ber xwe dan, wê berxwedana rûmetê hişt ku jina Êzidî li Şengalê bi hêz bibe û tevlî tekoşîna têkbirina DAIŞ’ê bibe.”
Rêveberiyê balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku niha li dijî Rojava têne kirin û ev tişt anî ziman:
“Êrîşên niha li ser Rojava pêşdikevin di esasê xwe de ne qebûlkirina serkeftina Kobanê ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku wê civaka Êzidî heta dawî piştgiriya şoreşa gelan ya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê bikin.
Roja Kobanê ya Cîhanî-Şehîd li ser gorên xwe hatin bibîranîn



