Pentagon: Em ê hin patiryotên li Rojhilata Navîn vegerînin Amerîkayê, hinan jî bibin deverine din

Wezareta Parastinê ya Amerîkî ragihand ku ew ê vê havînê hin hêz û pergalên patiryotê ji hin herêmên Rojhilata Navîn vekişînin.

Pentagonê got ku ew ê beşekî van alavên leşkerî ji bo çaksazkirinê vegerînin Amerîkayê û beşekî jî veguhêzin hin deverên din.

Li gorî Rojnameya “The Wall Street Journal”, Pentagonê destpêka vê mehê 8 betariyên patiryûtê ji Îraq, Kuweyt, Urdin û Erebistana Siûdî vekişandine.

Biryara vekişînê, tê wateya ku bi hezaran Amerîkî ji herêmê derkevin.

Berdevka Pantagonê da xuyakirin ku ev guherîn, dê ti bandorê li berjewendiyên ewlehiya Amerîkayê ya neteweyî neke.

Waşinton jixwe hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne û dê jimara leşkerên li Îraqê jî daxe 2 hezar û 500’î.

Back to top button