Bernameya rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê eşkere bû

Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê bi nêzîkbûna 20 Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanî, bernameya çalakiyan ji bo zarokan eşkere kir.

Bernameya çalakiyan li Qamişlo bi daxuyaniyekê hat eşkere kirin.

Koordînasyona Zarokan da zanîn wê Desteya jinan, Desteya perwerdê û Fêrkirinê û gelek saziyên din rêzeçalakiyan li dar bixin.

Çalakiyên bên li darxistin bi vî rengî ne:

Wê li gelek deveran çalakî û şahî ji bo zarokan bên li darxistin, vekirina 4 navendên geşe-pêndana zarokatiyê ya pêşwext li herêma Cizîrê,

Her wiha belavkirina proşûr û ankêtên girêdayî sûcên li dijî zarokan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî tên kirin.

Bang li sazî û rêxistinên cîhanî hat kirin ku li hember sûcên li dijî zarokan derkevin.

Koordînasyonê bi dirûşmeya “Bi hev re zarokatiyê biparêzin” îro dest bi rêzeçalakiyan kir.

Hêjayî gotinê ye ku çalakî wê heta 20’ê Mijdarê dewam bikin.

Back to top button