Yair Lapid bo serokwezîrê nû yê Îsraîlê

Li Îsraîlê hilbijartina pêşwext pêk tê.
Lê heta hilbijartina ku wê 1’ê Mijdarê were lidarxistin, Serokwezîr Bennett cihê xwe ji Lapid re hişt.

Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid doh derengiya şevê erkê wî hate guhertin û bo serokwezîrê welat.

Her di heman rojê de biryara hilbijartina pêşwext jî hate girtin.

Lapid bi erkê xwe yê nû re bû serokwezîrê 14’emîn yê welat.

Li ser hesabê Serokwezîrê Îsraîlê wêneyek dawî yê Lapid yê ji bo Serokwezîrtiyê hatî kişandin hat parvekirin.

Lapid wê wek serokwezîrê demkî heta hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê welêt bi rê ve bibe.

Piştî betalkirina parlamentoya Îsraîlê, Bennett di nava rojê de erka serokwezîrtiyê radestî hevkarê xwe yê koalîsyonê Lapid kir.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê ragihand ku di navbera Bennett û Lapid de li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Rojavayê Qudsê “merasîma radestkirinê ya nerm” hat lidarxistin.

Parlamenterên Îsraîlî pêşnûmeqanûna ku tê de ji bo hilbijartinên giştî yên pêşwext bên lidarxistin, doh betalkirina Meclîsê jî qebûl kir.

Bi pêşnûmeqanûnê re dîroka hilbijartina pêşwext jî 1’ê Mijdara 2022’an hat qebûlkirin.

Di nava 3,5 salan de ev wê bibe hilbijartina 5 ya li Îsralê.

Bennett û Lapid ku yek ji hevkarên hikûmeta koalîsyonê ya piralî ye ku ev nêzî salekê ye welat bi rêve dibe.

20’ê Hezîranê biyar dan ku parlamentoyê betal bikin û hilbijartina pêşxwest pêk were.

Yek ji xalên bingehîn yên welat ber bi hilbijartina pêşwext ve birî, îstifayên dema dawî yên li nava hikumeta koalîsyonê bû.

Piştî windakirina piraniya kursiyan ku ji 120’an pêk tê, Lapid û Bennett biryara betalkirina hikumetê dan.

29’ê Hezîranê Bennett teqezî li ser wê yekê kir ku ew ê di hilbijartin bê de nebe namzet.

Back to top button