Di nava Ermenîstan û Azerbeycanê de şer gûr bû

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li Karabaxê şerekî nû dest pê kir. Dewleta tirk a dagirker piştevaniya xwe careke din ji Azerbeycanê re ragihand.

Ermenîstanê jî seferberî û rêveberiya awarte ragihand. Ji niha de şêrê li herêmê gur bûye û herî kêm Helîkoptereke Azerbeycanê hate xistin.

Li Karabaxê ku Ermenistan li pişt e, şer dest pê kir.

Artêşa Azerbaycanê li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir û bombe li paytexta herêmê barand.

Şêniyên paytextê jî ketin stargehan.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê, ragihand ku îro li gorî dema herêmê, saet 8:10’an hêzên Azerbeycanê êrîşî herêmên sivlan kirine.

Wezaretê diyar kir ku li dijî vê yekê wan bersiv daye û di encamê de, 2 helîkopter, 3 balefirên bêmirov û 3 Tankên Azerbeycanê hatine teqandin.

Ermenîstanê sedema şerê li herêmê jî bi sîyasteta Azerbeycanê ve da girêd.

Azerbeycan jî dibêje, wan ji bo bidawîkirina tevgera Ermenîstanê li ser sînor dest bi êrîşê kirine.

Azerbecanê îdia kir ku di êrîşên wan de, 12 moşekên parastina esmanî yên Ermenîstanê hatine teqandin.

Ermenîstan seferberî ragihand

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşiniyan li ser Facebookê daxuyaniyek da û wiha got:

“Li Ermenistanê rewşa awarte û seferberî hatiye ragihandin.

Bang li personelan hemûyan dikim ku serî li qereqolên leşkerî bidin.”

Serokwezîr her wiha gel vexwend “amadebûna ji bo parastina welatê pîroz” û diyar kir, “Bi biryardarî dewleta me, artêşa me biparêzin û em ê bi ser bikevin.”

Serokatiya Karabaxê jî serê sibehê rewşa awarte ragihand û ji bo mirovên di ser 18 salî re seferberî ragihand.

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jî soza tolhildanê da.

Ji Erdogan piştevaniya Azerbeycan û gurkirina şer

Tirkiye careke din bi daxuyaniyên xwe şer sor dike.

Serokomarê tirkiyê Erdogan û wezîrê parastinê Hilusî Akar bi daxuyaniyên cuda şerxwaziya xwe ya li dijî Ermenîstanê anîn ziman û piştevaniya xwe ya bi Azerbeycanê re jî ragihand.

Piştî avan daxuyaniyan, çavdêriya Sûrî ya mafê Mirovan jî ragihand ku dewleta tirk, komeke din a çeteyên xwe şand Azerbeycanê.

Serokwezîrê Ermenîstanê ji dewletên navnetewî xwest ku zextê li tirkiyê bikin da ku destwerdanê neke.

Rûsya û Fransa banga rawestandina şer li herdu aliyan kir.

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê ji 1990’î ve dewam dike

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990’î ve li ser herêma Karabax a Çiyayî şer dikin ku piraniya şêniyên wê herêmê Ermenin.

Vê herêmê 1991’ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand.

Di şerê bi Azerbaycanê re derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Şer 1994’an bi agirbestê bi encam bûbû.

Back to top button