Ayhan Bîlgen: Me li Qersê rêya diza girt

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku polîsan bi fermana dozgerê Enqereyê ew di operasyona siyasî de binçav kirin û birin Enqereyê, bi rêya parêzeran peyam şand û got: “Me li Qersê rêya dizan girt û rêya ku destûr nede dizî û neheqiyê vekir.”

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku polîsan di 25’ê Îlonê de bi fermana Dozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi ser mala wî ya li Qersê de girtin û li malê binçav kirin, peyam şand.

Ayhan Bîlgen ku piştî ji bo lêpirsînê ew birin Enqereyê, di bin çavan de bi rêya parêzeran peyam şand û got:

“Me li Qersê rêya dizan girt û rêya ku destûr nede dizî û neheqiyê vekir.

Ji niha û şûnde kî bajar bi rêve bibe bila bibe yên li Qersê dijîn dê destûr nedin dizî û nelirêtiyê.”

Back to top button