Wargeha penaberan a Mexmûrê jî tevlî pêngavê bû

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngava ‘ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî ya sîyasî’ silav kirin û tevlîbûna xwe ji pêngavê re nîşandan.

Daxuyaniya li ser navê gelê wargehê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ve hat dayîn.

Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de da diyar kirin ku dijminê faşîst dîsa bi hincetê cûda ceza da Rêbertiya me û got:

“Di kesayeta Rêber Apo de li hember felsefe û paradîgmaya wî êrişên nemerdane di domin.

Li ser Rêbertiya me tecrîtek giran heye. pêwîste em rê nedin tecrît berdewam bike.

Divê em erk û berpirsyartiyên xwe yên li beranberî Rêbetiya xwe bi cih bînin.”

Yusuf Kara di dawî de ew got:

“Em jî wek wargeha Mexmûr ku şagirtên Rêber Apo ne, emê hem çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.

Hem jî çalakiyên xwe yên wek meş, semîner, daxuyanî û bi gelek şêwazan bidin pêşxistin.

Ji bo em bikaribin Rêbertî bi şêwazekî fîzîkî rizgar bikin emê her di nava çalakiya debin.”

Ciwanên Êzidxanê: Em ê li dijî tecrîdê her li qadan bin

Back to top button