Caputo: Divê CPT rapora li ser Îmraliyê biweşîne

Rojnamevan-nivîskarê Îtalî Giovanni Caputo bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo, bang li CPT’yê kir ku rapora li ser Îmraliyê biweşîne.

Giovanni Caputo nerazîbûn nîşanî helwesta CPT’yê ya têkildarî pratîka tecrîda girankirî ya dewleta Tirk da û diyar kir ku divê Rapora CPT a li ser Îmraliyê bê weşandin û wiha got:

“Saziyên Ewropî bi taybet CPT diçin Îmraliyê, raporekê amade dikin, lê belê dema ku dewlet bixwaze hingî dikarin biweşînin.

Ji bo em zanibin ku li Îmraliyê çi diqewime pêwîstiya me pê heye ku ev rapor niha bê weşandin.”

Caputo ragihand ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û dewletên endam li gorî berjewendiyên xwe yên aborî nêzî mijara tecrîdê dibin.

Giovanni Caputo destnîşan kir ku bi qasî balkişandina ser tecrîdê, girîng e ku ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan hewl bê dayin û got:

“Bi dîtina min têrê nake ku tenê bê gotin ‘niha tecrîdkirî ye, tecrîd dewam dike’.

Girîng e ku bi qasî ji me tê em fikir û agahiyên wî belav bikin.”

Parêzer Paûla Martîn: Divê mirov nêzîkatiyên li dijî Abdullah Ocalan ji bîr nekin

Back to top button