Qedexeya li ser PKK’ê li Stûttgartê hat nîqaşkirin

Qedexeya li Almanyayê ya li ser Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku 26’ê Mijdara 1993’an hate ragihandin dikeve sala 31’emîn. bi wê wesîleyê panelekê hat lidarxistin.

Qedexeya ku bû sedem Kurdên li Almanyayê bêne krîmînalîzekirin, ji gelek mafên siyasî û civakî bêpar bêne hiştin, li bajarê Stûttgart ê Almanyayê bi panelekê hate nirxandin.

Ji Stûttgart, Heîlbronn û Esslîngenê Kurdistanî tevî gelek dostên xwe yên Alman tevlî panelê bûn.

Endama Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Heîlbronnê Gulistan Ateş di destpêka panelê de bi bîr xist ku Kurd ê girtî Mazlûm Dora ku beriya mehekê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Stammheîmê li dijî kiryarên xerab û kêfî dest bi greva birçîbûnê kiribû, çalakiya xwe dewam dike.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Dora xerab dibe.

Gulistan Ateş ji bo vê yekê jî banga hişyariyê kir.

Di panelê de ji mexdûrên qedexeya PKK’ê Orhan Ateş, Gulistan Ozdemîr û Huseyîn Keleçîer qala bûyerên bi serê wan ve hatin, kirin.

Back to top button