Li Tirkiyê hewldanên aştiyê

Bi bûneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hewldanên aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd tevî polîtîkayên şer yên dewletê didomin.
Rêber Abdullah Ocalan di her derfetê de anî ziman ku pevçûn û krîz divê bi riyên aştiyane bên çareserkirin.
Hewldanên Rêber Ocalan her çiqas ji aliyê dewletê ve neyê dîtin jî ji aliyê gelek aliyên civakê ve hat dîtin.

Bi salane têkoşîna çareserkirina pirsgirêka Kurd tê dayîn.

Bi derketina tevgera azadiyê re kurd ji bo mafên xwe berxwedan û kedeke pir mezin didin.

Di şerê dewleta Tik li dijî gelê Kurd dide meşandin de heya niha di navbera 40 heya 100 hezarî de mirovî jiyana xwe ji dest da.

Tevî her tiştî gotina aştiyê her dem gotina aştî û çareseriyê tê qêrin.

Li Îmraliyê hewldanên aştiyê didomin

Ocalan ji bo aştiyeke mayinde 30 sal in tevdigere û hewildanên xwe yê aşitiyê ti carî ranewestandiye.

Ji sala 1993’yan ve û heya niha Ocalan tîne ziman ku pirsgirêka kurd bi çekê nayê çareserkirin.

Heta niha 8 caran agirbesta yekalî ragihandiy û tevgera azadiyê jî bi awayekî erênî nêzî bangawaziyên ji bo agirbestê bûye, lê belê dewletê jî bi şer bersiva wan banagwaziyan daye.

Piştî hevdîtina 5’ê nîsanê şûnde destûr nehat dayîn ku heyeta Îmraliyê biçe serlêdanê bike û tecrîda giran xistin dewrê.

Di 1’ê Îlonê de meclîsa Dayikên Aştiyê hat avakirin

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê wek meclîs hatin gel hev û di 1’ê Îlona 2000’î de Meclîs Dayikên Aştiyê hat avakirin.

Ji 2004 heya 2011’an dayikên aştiyê daxwaza hevdîtina fermandariya giştî kirin, lê ev daxwaz hatin red kirin.

Di 2015-2016’an de qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û tundî gihişt asta herî jor.

Di 11’ê çileyê 2016’an de bi îmzeya hezar û 128 akademîsyenî danezana ‘Em nabin hevkarî vî sûcî’ hat weşandin.

Back to top button