Komîteya Aboriya Jinan ya li navçeya Tirbespiyê projeyên xwe yên çandiniyê berfirehtir dike. Berhemên projeya çandiniyê a komîteyê li bazaran tê firotan.
Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê, beriya 6 salan
projeya sebzeyên demsalî vekiribû û donimek erd ji bo çandina sebzeyên cur bi cur veqetandibûn ku ew proje bi serket bû û niha li bazaran tê firotin.
Komîteyê îsal jî 50 donim ji bo çandina kartolan veqetandibû û ev piroje bi ser ket ku îsal her donimek 3 ton kartol dan.
Hat zanîn ku cotkarên herêmê kartol nediçandin ji ber ku bi fikarbûn ku li herêmê çênabe.
Projeya Komîteya Aboriya Jinan bi 4 beşdaran hate destpêkirin. Lê îro gihaştiye zêdetirî 100 kesî.
Berhemên vê pirojeyê li bazarê navçeyê bi bihayekî guncaw tê firotin ku pêwistya welatiyan bi cih tîne.