“Ger Tirkiye qutkirina ava Firatê bidomîne wê karesetek rû bide”

Şêx Nebîl El Xelîl, Serokê Beşê Xebitandinê yê Nivîsgeha Çandinî û Avdanê ya Reqayê hişyarî da “Heger kêmkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve dewam bike, wê karesateke mirovî çêbibe.”

Nebîl Xelîl diyar kir ku ava Çemê Firatê ji 500 metrekabikî daketiye 200 metrekabikî, lewma ji bo peydakirina ava vexwarin, avdan û enerjiyê, ew ava depoyên bendavan bi kar tînin.

Şêx Nebîl piştrast kir ew rojane nêzî 40 metreçargoşte avê ji depoyê ava golan dikişînin û ev yek nîşaneya karesatekê ye.

Şêx Nebîl El-Xelîl bang li rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî welatên cîhanê kir ku zextê li Tirkiyê bikin da miqdara avê mîna berê bide Sûriyê.

Dawiyê jî piştrast kit “eger ev kirinên Tirkiyê neyên bidawîkirin, wê karesateke çandiniyê li Sûriyê bi giştî çêbibe. “

Back to top button