Li Silêmaniyê girtin, lêdan û binçavkirina mamostan û çalakvanan hat şermezarkirin

Li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Meclisa Mamostayên Nerazî, Desteya Parastinê ya Zanîngeh, Peymangeh û Meclisa Zextan daxuyaniyek dan û girtin, lêdan û binçavkirina mamoste û çalakvanan şermezar kirin. Hat gotin ger daxwazên wan pêk neyên wê dest bi xwepêşandanan bikin.

Di daxuyaniya ku li pêşiya avahiya perwerdeya Rojava ya li bajarê Silêmaniyê hate dayîn de hat gotin:
“Heya ku daxwazên me pêkneyên, destpêkirina xwendinê wê ne serkeftî be.”

Di daxynaniyê de hat diyar kirin divê çarenûsa mûçeyên mamosteyan bê diyar kirin û di dema xwe de bê dayîn û ji bo kesên zanîngeh qedandine derfetên kar ji wan re bê dîtin.

Di daxuyaniyê de girtin, lêdan û binçavkirina mamoste û çalakvanên li Hewlêr, Dihok, Ranye, Şêladiz û Zaxo hat şermezar kirin û daxwaze berdana wan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ger daxwazên wan neyên qebûl kirin, ew ê dest bi xwepêşandanên bê dawî bikin.

Back to top button