Serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed yekemîn car piştî 8 salan, îro serdana Tehranê kir û û li paytexa Tehranê hevdîtin bi Serokê Îranê Hesen Rûhanî û lîderê wê Elî Xamaneyî re kir.
Hem wextî wê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îstîfa kir.
Li gorî ajansa SANA’yê ya rêjîma Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar El-Esed serdana Îranê kir
û li paytexa Tehranê hevdîtin bi hempişeyê xwe yê Îranî Hesen Rûhanî û lîderê wê Elî Xamaneyî re kir.
Li gorî Asanjê El-Esed di hevdîtinê de got:
Divê siyasetên hevseng li ser esasê rêzdariya xaka dewletan were meşandin.
El-Esed dev carek din avêt Emerîka û diyar kir ku divê ji bo pêkanîna berjewendiyên herêmê, ji hikumetên wê tê xwestin dev ji guhdarkirina rêveberiya hindek dewletên rojavayî di serî de Amerîkayê berde.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê Irnayê Xamaneyî li ser avakirina Herêma bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got:
Herêma ewle ya ku Amerîkayê hewl dide li Sûriyê ava bike yek ji komployên xeter in: