WEZÎRÊ DERVE MIHEMED CEWAD ZERÎF ÎSTÎFA KIR

Hemwextî vê serlêdanê Ajansa Nûçeyan a Fas a Îranê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îstîfaya xwe pêşkêş kir.

Zerîf li ser hesabê xwe yê Instagramê îstîfaya xwe ragihandibû.

Di dema serdana Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed Cewad Zerîf di hevdîtinê de ne amade bû.

Tê payîn Komîteya ewlehî û siyaseta derve ya Parlemana Îranê ji bo nîqaşkirina îstîfaya Cewad Zerîf îro civînek awerte li dar bixe.

Leave a Reply

Back to top button