Pêncwênî: Her hêzek alîgirê şerê birakujî be divê hesab jê were xwestin

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî, diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe ya başûr re sînordar namîne dixwaze şerê kurd bi kurd derxîne divê ti hêzên kurdî neyên vê lîstikê.

Hûnermendê Başûrû Kurdistanê Îbrahîm Ehmed û Omer Sofî jî dazanîn ku dewleta Tirk netenê ji aliyê erdnîgaî ji aliyê çandê de jî başûrê kurdistan dagir kiriye.

Aliyan bang li tevahî gelê Kurd kirin ku li dijî hev çek ranekin û berê çekên xwe nedin hev, bi hevre li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.

Nerazîbûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, talankirina wê ya xwezaya Kurdistanê berdewam dikin.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî jî têkildarî van êrîşan û hewildanên PDK’ê yên derxistina şerê Kurd bi Kurd axivî.

Mihemed Emîn got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê êrîş dike.

Lê ne tenê armanca dewleta Tirk têkbirina rewşa siyasî û ji holê rakirina statûya Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk dixwaze şerê Kurd bi Kurd derxîne. Divê hêzên kurdî neyên vê lîstikê her hêzên kurdî ku bixwazin vê şerê derxîne divê hesab jê were xwestin.”

Hunermend Ehmed: Berê çekên xwe nedin hev, bidin dijmin

Divê çarçoveyê de Hunermend Îbrahîm Ehmed ev yek anî ziman:

“Her Kurdek bi dagirkirina xaka Kurdistanê razî bibe, tê wateya ku ew dijmin sibe were di nava mala wê de sivikatî pê bikejî wê razî bibe.”

Ehmed di dawiyê de bang li aliyên Kurdî kir ku li dijî hev çek ranekin berê çekên xwe nedin hev û bi hevre li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.

Omer Sofî: Armanc tinekirina hemû destkeftên Kurda ye

Her wiha Hunermend Omer Sofî jî derbarê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk de axivî.

Omer Sofî da zanîn ku dazanîn ku dewleta Tirk ne tenê axa kurdistanê dagirk dike di heman demê de di warê çand û hunerî de jî dagirkeriya xwe di meşîne.

Li ser hewildên derxistina şerê Kurd bi Kurd jî Hunermend Omer got:

“Em naxwaze tu hêzek Kurdî şerê hev bikin.

Kurd hêdî hêdî tên e kuştin, eger hemû bi yek deng û yek helwestê li dijî dijmin û dagirkeriyê ranebin wê qira Kurdan bînin.”

Back to top button