Serokwezîrê Îtalya draghi îstifaya xwe pêşkêş kir

Li Îtalya krîza siyasî bi îstifaya Serokwezîr Mario Draghî bi dawî bû.
Piştî her sê partiyên hikumetên koalîsyonê piştevaniya xwe ya bo Draghî vekişand, ew jî neçar ma îstifa bike.

Serokwezîr Mario Draghi ku duh li Îtalyayê di senatoyê de dengê pêbaweriyê bi dest xist, îro li parlamentoya jêrîn axivî.

Draghi di axavtina xwe ya li parlementoyê de got,

Piştî ku sê partiyên hevkarên koalîsyonê piştgiriya xwe ji hukûmeta wî ra kişandin ew ê bi Serokomar Sergio Mattarella ra bicive û biryara îstifayê ragihîne.

Paşê Draghî çû Koşka Serokomariyê.

Vê carê serokomar jî îstifaya Draghî erê kir.

Niha li pêşiya welat ji bo diyarkirina serokwezîrê nû hilbijartina pêşwext wê pêk were.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava hefteyekê de ev cara duyemîne îstifaya xwe pêşkêş dike.

Back to top button