Saziyên vîzeyê xebatên xwe dan sekinandin

Qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû li Iraqê tê şermezarkirin.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê 9 kesên sivîl qetil kiribû.

Piştî qetlîamê li gelek bajaran çalakiyên boykot û şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li hemberî saziyên vîzeyê yên Tirk çalakiyên şermezarkirinê tê kirin.

Navendên serlêdana vîzeya Tirkiyeyê yên li herêma Kurdistanê û Iraqê ji şîrketên tûrîzmê re ragihandin ku heta biryareke din wan xebatên vîzeyê dane sekinandin û ew ê bersivê nedin serlêdanên ji bo vîzeyê.

Parlemento bi awayekî awarte kom dibe

Parlementoya Iraqê biryar da ku roja Yekşemê piştî nîvro bi awayekî awarte kom bibe.

Hate diyarkirin wê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî jî tevlî civîna parlementoyê bibe.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk wê li hemberî dewleta Tirk biryarên cîddî werin stendin.

Li Bexdayê çalakiyên protestoyê

Çalakiyên protesto û şermezarkirinê didome.

Gelek kes tevlî çalakiya protestoyê ya li ber Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê bû.

Çalakvan dixwazin sefaretxane were girtin.

Heman çalakî li bajarên Kerkûk, Bexda, Kerbela û Necefê hate kirin.

Li Iraqê şîna neteweyî hate ragihandin

Piştî qetlîamê hikumetê ji bo rojekê biryara şînê da.

Kesên ji başûr û navenda Iraqê di qetlîamê de hatibûn qetilkirin.

Piştî êrîşên berê jî Wezareta Karê Derve ya Iraqê bang li sefîrê Tirkiyeyê yê li Bexdayê dikir lê piştre tu gav nedihat avêtin.

Hikumetê vê carê nerazîbûneke tund nîşan da û xwest artêşa Tirk ji Iraqê derkeve.

Di qada navdewletî de bertekên li dijî êrişê zêde dibin

Êrişa dewleta Tirk a kujer di qada navdewletî de rastî bertekên tund hat.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk şermezar kir.

Kenanî piştevaniya xwe bi malbatên qurbaniyan, hikumet û gelê Iraqê re ragihand û tekezî bi girîngiya “îstiqrar û ewlehiya Iraqê” kir.

Wezareta Karê Derve ya Misir û Lîga Erebî jî bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê got:

“Qetilkirina sivîlan nayê qebûlkirin.

Divê hemû dewlet li gorî qanûnên navneteweyî pabendîbûna xwe a parastina sivîlan pêk bînin.”

Wezareta Karên Derve ya Almanaya jî li ser bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Wezaretê di daxuyaniyê de hate wiha got:

Êrîşên li dijî sivîlan bi ti awayî nayê pejirandin.

Almanya rêz û giringiyek mezin dide serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî.

Hikumeta Berlînê xwest berpirsyar bêne eşkerekirin.

Back to top button