Cenazeyê Denîz Poyraz ji aliyê hezarên kesan ve hat oxirkirin

Jina ciwan endama HDP’ê şehîd Denîz Poyraz duh bi merasîmek bi heybet li Îzmîrê hate oxirkirin.

Di merasîmê de hevserokên HDP’ê endam û rêveberên gelek partiyan gel amade bûn. Beşdarvanên merasîmê bi hêrsekî mezin dengê xwe bilind kirin û peyama berxwedanê dan.

Şi bo endama HDP’ê şehdî Denîz Poyraz li Îzmîr Kadîfekaleyê merasîmek girseyî hate li darxistin. Di saetên sibeyê de dehhezaran kesî berê xwe dan mizgefta Kadîfe kale.

Hevserokên HDP’ê şaredariyên Îzmîrê jî di nav de nûnerên gelek partî û saziyên civakî beşdarî merasîmê bûn.

Destpêkê beyamê sazî û rêxistinan hatin xwendin, paşê jî axaftin hate kirin.

Hevberdefkê Kongreya Demokratîk a Gelan Cengîz Çîçek axivî û ji malbatê re sersaxî xwest.

Cengîz Çîçek got duh wêneyek parvekirin peyam dan vê gelê. Lê bila zanibin ev gel nebêxwediye.

Berpirs desthilat bi xwe ye.

Hevserokê HDP’ê Mîthad Sancar jî piştî ku sersaxî xwest bi van gotinan desthilata heyî destnîşan kir.

Mîthat Sancar got:

“Ev êrîş bi awayekî plankirî pêk hatiye. Desthilateke çetewarî û mafyayî li ser kar e.

Di xwazin plana kaosê bi rijandina xûna kurdan bixin meryetê. Lê em sozdidin emê li xwedî ked û xwîna Denîz Poyraz derkevin.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî ji malbata Denîz re sersaxî xwest û peyama emê ti carî li dijî êrîşan serî netewînin, wê ciwanên Egîd têkoşîna denîzan bidomînin dan.

Piştî axaftinan bi hezaran kesî cenazeyê Denîz Poyraz hilgirtin ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin.

Meşa gel bi hêrsekî mezin heta goristan Kaynaklar a navçeya Bûca ya Îzmîrê dewam kir.

Piştî cenaze giheşte goristanê girseyê cenazeyê Şehdî Denîz Poyraz di bin tilîlîyên dayîkan û sloganên şoreşgerî de spartin axê.

Back to top button