Balafireke bêmirov a dewleta Tirk êrişî Şengalê kir

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker îro dîsa êrişî Şengalê kir.

Êriş di saetên nîvro li nêzî seytereya Cidalî ya Şengalê pêkhat.

Hat ragihandin di encama êrişê de ti zirereke canî çênebûye.

Hêjayî bibîrxistinêye jinên Kurd û Iraqî li Bexdayê li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk kampanyaya qedexekirina qada hewayî li balafirên Tirk ragihandibûn.

Tevî vê yekê jî hikûmeta Iraqê û koalîsyona navnetewî ti gaveke pratîkî di vê mijarê de ne avêtiye.

Dewleta Tirk a dagirker heta niha gelek caran êriş li dijî Şengalê pêk anîne lê heta niha hikumeta Iraqê û hêzên navnetewî ti helwestek nîşan nedane.

Back to top button