Fermandarên QSD’ê serdana Dêra Zorê kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl, serdana Dêra Zorê kir. Ebdî di serdanê de destnîşan kir ku armanc ji kuştina serokeşîran, têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fîtneyan ye. Ebdî teqez kir jî ku ew ê şaneyên DAIŞ’ê tune bikin û bersiva hewldanên hikumeta Şamê bidin.

Ev demek li Dêra Zorê hewldanên tevliheviyê tên kirin.

Lê ev hewldan bi hevgirtina şêxê êlan û hêzên leşekerî yên herêmên tên pûçkirin.

Bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl duh Fermandarê Giştî yê QSD’yê û şandeyeke wê, serdana rojhilatê gundewarên Dêra Zorê kir.

Şande ji Mezlûm Ebdî û ji fermandarên QSD’ê Newroz Ehmed û rêveberên Hêzên Asayîşê pêk dihat.

Mezlûm Ebdî: Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wê di pêvajoyek nû re derbas bibin

Li gorî Navenda Ragihandina QSD’ê, di serdanê de Mezlûm Ebdî bi saziyên civakî û sivîl, meclisên leşkerî û sivîl ên Dêra Zorê re civiya û rewşa herêmê gotubêj kir.

Ebdî piştrast kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wê di pêvajoyek nû re derbas bibin ji bo ku bigihêjin çareseriyeke siyasî û hêviyên gel pêk bên.

Mezlûm Ebdî: Armanca bûyerên kuştinê têkbirina ewlehiya herêmê ye

Ebdî li ser bûyerên kuştinê li Derê Zorê jî axivî û destnîşan kir ku armanc jê têkbirina ewlehiya herêmê, derxistina fîtneyan û berbelavkirina yekîtî û hevgiritina gelê herêmê ye.

Fermandariya giştî ya QSD’ê teqez kir ku:

QSD’ê wê teqez şaneyên DAIŞ’ê tune bike û bersiva hewldanên hikumeta Şamê yên ji bo derxistina tevliheviyê bide.

Mezlûm Ebdî: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bîne

Lê divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariyên xwe li herêmê bi cih bîne û zextê li aliyan bike da ku çareseriyên siyasî li gorî hêviyên pêkhateyên Sûriyê bibînin.

Di dawiya serdanê de ya ku du rojan dom kir, Fermandar Mezlûm Ebdî Meclisa Sivîl a Dêra Zorê hişiyar kir da ku xebatên xwe bi lez pêşkêş bike.

Back to top button