
Hin Pirtûkhezên Alman ji bo xwendin û nîqaşkirina pirtûka “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk 3- Sosyolojiya Azadiyê” a rêber Ocalan, komek xwendinê ava kir.
Ev kom li bajarê Hanover ê Almanyayê, bi pêşengiya komeleya NAV-DEM’ê hate avakirin.
Armanc ji avakirina vê komê, ew e ku nêrînên Rêber Ocalan bên xwendin û nîqaşkirin û bi rengekî baş bên fêmkirin.
Kom, wê li ser enternetê her roja Çarşemê di saet 19:30 de li hev kom bibe.
Her wiha kesên ku dixwazin tevlî bibin jî, dikarin bi rengekî zindî hazir bibin.
Jixwe heta niha nîvê pirtûkê hatiye xwendin.