“Hejmara Êzdiyên li Şengalê 250 hezar derbas kir”

Rojnameger Îbrahîm Êzidî derbarê wegera gelê şengalê nirxandin kir û diyar kir ku vegera civaka êzidî li ser axa xwe ji bo dijmin peyameke herî mezin e.
Heta niha 250 hezar kes li şengalê vegeriya ye û dijîn..

Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, der barê vegera Êzdiyan de axivî.

Îbrahîm Êzidî diyar kir ku ji avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê heta niha vegerên ber bi Şengalê ve zêde bûne û ev nirxandin kir:

“Bi ser fermanê 9 sal derbas bûn. Êzidiyan di van 9 salan de gelek zehmetî û koçberî dîtin.

Heta niha 74 ferman hatin serê vê civakê û ev cara yekemîn e ku êzidî piştî fermanekê ber bi warê xwe ve vedigerin.

Ev jî ji dijmin re peyamek û bersiveke herî mezin e.”

Îbrahîm Êzidî di vegera li ser axa xwe de balkişand li ser rola YBŞ-YJŞ’ê û got:

“Piştî ku herêm ji aliyê hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê ve hate rizgarkirin, êzidî kom bi kom vegeriyan Şengalê.

Edî ev civak li ser axa xwe di nav ewlehiyê de ye.

Di nava van 9 salan de êzidiyên ku niha li Şengalê dijîn 250 hezar kes derbas kiriye.”

“PDK’ê vegera koçberên Şengalê asteng dike”

Îbrahîm da zanîn ku PDK vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve asteng dike û got ku malbatên ji bo vegerê serlêdanê dikin bi mehan tên sekinandin.

“Yek jî astengiya sereke ya li ber vegera êzidiyan jî siyaseta PDK’ê ye.

Herî dawî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi hevkariya hin rêxistinên navdewletî pêngavek avêt û di vê pêngavê de nêzî 400-500 malbat vegeriyan Şengalê. ”

“20 dewletên ku komkujî nas kirine, hîn gav navêtine”

Êzidî bal kişand ser naskirina qirkirina êzidiyan kir û ev tişt anî ziman:

“Heta niha 20 dewletên ji derve û saziyên navdewletî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an de weke qirkirin nas kirine.

Lê belê tenê nas kirine, ev saziyên navnetewî bi erka xwe ranabin”

“Koçberiya Êzdiyan ji Şengalê berdewamiya komkujiyê ye”

Rojnameger Îbrahîm Êzidî balkişand li ser koçberiya derve û ev bang kir:

“Koçberiya Êzidiyan a ji Şengalê berdewamiya komkujiyê ye.

Heke Şengal neyê parastin û êzidî xwedî li Şengalê dernekevin êzidî dê nikarin weke êzidî hebûna xwe biparêzin. Divê ku vegera ber bi Şengalê ve bihêztir bikin.”

Back to top button