Salvegera 50’î ya Wefata Dr.Nûrî Dêrsimî

Îro salvegera ramyarê Kurd Nûrî Dêrsimî ye.
Bi hestên xwe yê netewî hezkirinan û navekî xwe yê taybet di nava gelê xwe de hişt.

Li ser vê riya dijwar, min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar!.

Berî wefat bike, pêşengê kurdistanî Nûrî Dêrsimî bi destê xwe ev hevok li ser gora xwe nivîsiye.

Sala 1963’an li goristana ‘Henan’ a navçeya Şera ya Efrînê, gora xwe û hevjîna xwe li rex hev kola.

Mihemed Nûrî Dêrsimî adara 1894’an li gundê Axzûnîkê yê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Li gundê Xûzatê xwendina xwe ya seretayî û li Xarpêtê ya navîn qedandiye û sala 1911’an li Stenbolê zanista bijişkiya ajalan xwendiye.

Di temenê ciwaniyê de tevgera netewî ya kurd nas kir û 1918′ an Komela Bilind a Kurd de cih girtibû.

û di qonaxa amadehî de li gel hin hevalên xwe Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ava kiribû.

Dr.Nûrî Dêrsimî di nava pêşengên Serhildana Koçgiriyê ya 1921’ê cih girtibû û di serhildana Dêrsimê ya 1937’an de jî bibû yek ji rêberên sereke.

Ji ber vê gelek caran ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû girtin.

Tevî van fişaran jî her têkoşîna xwe ya neteweyî domandiye.

Sala 1938’an berê xwe dide binxetê û li bajarê Helebê bi cih dibe.

Li wir dest bi xebatên ramyarî û rewşenbîriyê dike.

Lewma rewşenbîrên li Rojavayê Kurdistanê sala 2013 bi navê Nûrî Dêrsimî akademiyên perwerdê ava kirin.

Nûrî Dêrsimî gelek kes fêrî zimanê Kurdî kiribû.

1952’an, bi sernava”Dîroka Kurdistanê-Dêrsim”, li Helebê pirtûkek çap kiriye.

Bi vê pirtûkê kirinên hovane yên dewleta Tirkiyê ya ku 222 gundên Kurdan wêran kirine û bêtir ji 15000 Kurd kuştine, belge kirine.

Dr. Nûrî Dêrsimî 22’ê Tebaxa 1973’an li bajarê Helebê koça dawî kir.

Li Efrîna dagirkirî, li kevintirîn gorsitan a Henan li kêleka kesayetên welatparêz, bawermend û navdarên Kurd tê veşartin

Dema dagirkirina Efrînê sala 2018’an çeteyên dewleta Tirk gelek şûnwarên dîrokî wêran kirin.

Yek ji wan deveran jî goristana ‘Henan’ û gora pêşengê Kurd Nûrî Dêrsimî bû.

Lê belê şûna peyv û pendên Dr. Nûrî Dêrsimî tim di nava dîroka nûjen a gelê Kurdî zindî maye.

Back to top button