Dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê bi awayeke yekser mal û gundên şêniyan dike armanc.
Dewleta Tirk a dagirker bi top û obûsan êrişî gundê Tirvanîşê yê Metînayê kir, di encam de xisarê madî li mal û baxçeyên gundiyan bû.
Gundê Tirvanîş ê li herêma Metînayê, danê nîvro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi obus û topan hate bombekirin.
Êrîş yekser li ser gund hate kirin û xisar li mal û baxçeyên gund bû.
Dagirkeran şeva 21’ê Tebaxê jî bi topan bombe li gundê Guherzê yê Amediyê barandin.
Li aliyê din, hate ragihandin ku PDK a bi dewleta Tirk a dagirker re tevdigere derewa ‘êrîş ji aliyê PKK’ê ve hate kirin’ belav kir û hewl da gel li ber PKK’ê rake.
Dewleta Tirk a dagirker 6’ê Tebaxê li gundê Bilindbasê yê nehiya Çemankê ya herêma Garê bombe li wesayiteke sivîlan barandibû û di encamê de sivîlê bi navê Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest dabû, Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bûbû.