Balafirên şer yên Tirkiyê nêzî gundek Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro li Başûrê Kurdistanê derdora gundek Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna ya li nêzî gundê Guher-zê ya ser bi navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.

Hate ragihandinê ku bombebaran kêlometreyek durî gundê Guherzê pêk hatiye.

Di kêliya êrişê de gundiyan di nava zeviyên xwe de kar dikir û metirsî nava wan de ava kir.

Ji ber bombebaranê, agir bi derdor ket û ziyanên zêdetir nehatin zanîn.

Hisên Haşîm: Divê dewleta Tirkiye êrîşên ser xaka Iraqê rawestîne

Back to top button