Komeke din a ji 20 ciwanan tevlî nava refên Gerîla bûn

Li dijî tecrîd, êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê 20 ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî tev li nav refên gerîla bûn.

Beriya niha Komelê ciwan bi durşma”Cenga Azadiyê Serbixin” “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” pêngavek li dijî êrişên dagirkeriya kurdistan û tecrîdê dabû destpêkirin.

Ciwanên heremê jî bersiv dan vê bangê û îro bi daxuyaniyek ragihandin ku ew ê li ser xeta şehîdên Zap, Metîna, Avaşîn li dijî dagirkeriyê berê xwe bidin nav refên gerîla.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de teqez kir ku gelê kurd bi êrişan ve ti carî têk naçe û bang li hemû ciwan û jinên ciwan 4 parçeyên Kurdistanê dikin, ku tevlî gerîllayên modernîteya demokratîk bibin.

Hêjayê bibîrxistiniyê ku 15’ê Tebaxê de jî 20 jinên ciwan tevlî refên gerîla bibûn.

Back to top button