Bafil Talebanî: Rewşa Kerkûkê ya bi vî awayî nayê qebûlkirin

Serokê YNK’ê têkildarî aloziyên li Kerkûkê derketine daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ew bi tûndî hemû hewildan û niyetên ji bo têkdana birayetî û hevrejiyana li Kerkûkê şermezar dikin.
Her wiha Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ger pêşî li bûyerên li Kerkûkê neyê girtin wê bibe sedema fitne û şerê mezhebî û netewî.

Di encamê provakasyona dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê de pêkhateyên Kerkûkê hatin li hemberî hev û di encamê de 3 ciwanên kurd hatin kuştin 9 jî birîndar bûn.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi daxuyaniyek êriş şermezar kir û got:

“Em hemû hewldan û armancên wêranker ên ji bo têkbirina biratî û jiyana hevbeş li Kerkûkê bi tundî şermezar dikin.

Divê di zûtirîn dem de berpirsên ji şehîd û birîndarkirina ciwanên kurd bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.

Em helwesta Kerkûkiyan serbilind in, lê divê gelê me nebin qurbaniyên pirsgirêkên siyasî yên taybet.

Bafil Talebanî: Em bi tundî li dijî vê siyaseta xerap û neheqin

Bafil Talebaî wiha berdewam kir:

“Ez bang li hemû aliyên pêwendîdar bi taybet Hikûmeta Iraqê dikim ku demildest rê li rijandina xwînê bigrin û dawî li rewşa heyî bînin.

Divê Kerkûk bi lez asayî bibe û berdewamiya rewşê bi vî awayî nayê qebûlkirin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariya herî mezin bi rewşê re rûbirû bin û rê li ber fitne û parçebûnê bigirin.”

Tevgera Azadî: Divê pêşî li bûyera li Kerkûkê bê girtin

Her wiha encûmena Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê jî derbarê aloziya li Kerkûkê de daxuyaniyek da.

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de da diyar kir ku eger pêşî li bûyera li Kerkûkê neyê girtin wê bi xwere malwêranî bîne.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin :

”Em weke Tevgera Azadî, dibêjin Kerkûk ne di dema borî de, ne jî niha, bi leşkerî û dîktatoriyê nayê rêvebirin.

Di dawiyê daxuyaniyê de bang li pêkhateyên Kerkûkê hate kirin ku bi baldarî nêzî rewşê bibin.

2 Ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatin kuştin

Back to top button