Li Rimêlan mîhrîcana zarokan di roja 3’an de didome

Mîhrecana zarokan li Rimêlanê di roja xwe ya 3′ yemîn de dewam dike.

Mîhrîcana 8`emîn a Zarokan bi dirûşma “Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne” 1′ê Îlonê li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Di roja 3′ yemîn de dewam dike.

Di mîhrîcanê de komên hunerî yên Kurd, Ereb û Suryan ji tevahî bajar û navçeyên kantona Qamişloyê beşdar bûn.

Di mîhrîcanê de rêveberiya koma govendê ya Dar Tûma a Zarokên Suryan Pîrola Yusif axivî û got:

“Îsal mîhrîcan balkêş bû ku ji tevahî bajar û navçeyên kantona Qamişloyê, kom amade bûn.

Mîhrîcan firsendeke ku çandên herêmê ji tunebûnê biparêzin.

Îsal me xwest çanda Suryan vejînin.

Pêkhateyên herêmê bi paşguhkirinê rû bi rû bûn, lê ev mîhrîcan bû wesîleyek ku pêkhate çanda xwe pêşan bidin.”.”

Rêveberiya Navenda Çandê ya Til Hemîsê jî Muna Xilêwî diyar kir ku komên beşdar ên Til Hemîsê hewl dan ku çanda resen a Ereb a herêma xwe nîşan bidin û wiha nirxand:

“Tevlêbûna tevahî pêkhateyan û pêşandana çanda xwe, hişt ku ev mîhrîcan cuda be.”

Mîhrîcana zarokan a hesekê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû

Back to top button